Rêveberiya Xweser komkujiya Hilêliyê bi gaveke xeter bi nav kir

Têkildarî sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hemwelatiyan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hate gotin:
“Bi hewldana derbekirina aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdewama metoda qirkirinê li dijî gelê me, dewleta Tirk bi rêya balafireke bêmirov taxa Hilêliyê ya Qamişlo berêvara 9`ê Mijdara 2021’an bombebaran kir. Di encamê de 3 hemwelatî ji malbata Gulo ya welatparêz şehîd bûn, yek ji wan jî Yûsif Gulo (82) ye.
Ev êrişa ku li pêş çavên Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û tevahî cîhanê pêk hat, gaveke xeter e û divê helwestên zelal ji van aliyan ve were nîşandan. Her wiha divê roleke berpirsiyar bilîzin û rê li gurkirina vî şerî bigirin, piştî ku dewleta Tirk di pêkanîna planên xwe li dijî gelê me de bi bin ket.Em bi tundî van êriş û sûcên dewleta Tirk ku dixwaze vîna gelê me û berxwedana wan têk bibe, şermezar dikin. Di heman demê de wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê didin malbata hersê şehîdan û soz didin gelê xwe ku em ê rêça şehîdên gelê xwe bişopînin ên ku di oxira jiyana bi rûmet de canê xwe feda kir

